Navenda Şêwirîna Hiqûqî ya "Dadban", di raporeke nû de eşkere kir ku Spaha Pasdaran û hêzên Besîc, nûciwanên (mêrmindal) temenê wan di navbera 15 heta 18 saliyê de, ji bo erkên ewlehiyê yên metirsîdar û wekî mertalên parastina binkeyên xwe bikar tînin.
Kuştina Zarokan: Li gorî vê raporê, herî kêm pênc nûciwan di dema nobedariyê û bicihkirina di xalên kontrolê yên Besîcê de li bajarên Têhran û Tewrêzê hatine kuştin.
Binpêkirina yasayên Navdewletî: Bikaranîna kesên bin 18 saliyê di çalakiyên leşkerî û nîv-leşkerî de, li gorî yasa û rêzikên navneteweyî, binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e.
Berpirsiyariya Hiqûqî: Navenda Dadbanê tekez kiriye ku berpirsiyariya mirina van zarokan rasterast dikeve ustiyê fermandarên payebilind ên Spaha Pasdaran û Besîcê.
Ev fermandar di warê hiqûqî û cezayî de berpirsiyar in û divê di asta navdewletî de werin darizandin û hesab ji wan bête xwestin.