Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa Dûbare bo ser binkê Etomî yên Netenzê

16:57 - 21 Adar 2026

Medyayên hikûmetî yên Komara Îslamî ragihandin ku Amerîka û Îsraîlê di sipêdeha roja yekem a Xakelêweyê de, cihê meyandina uranyumê ya "Netenz"ê careke din kirine armanc.

​Rêxistina Enerjiya Etomî ya Komara Îslamî bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku lêkolîna teknîkî derbarê îhtîmala belavbûna maddeyên radyoaktîf hatiye kirin û heta niha tu cureyekî rijandina maddeyên radyoaktîf nehatiye raporkirin, her wiha rûniştvanên herêmên derdorê di bin metirsiyê de nînin.

​Di heman demê de, berpirsên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê heta niha tu bertekeke fermî li hemberî vê raporê nîşan nedane.

​Ev ne cara yekem e ku binkê Etomî a Netenzê dibin armanc, beriya niha jî di 11ê Reşemeya 1404an de û di roja sêyem a operasyona hevbeş a Amerîka û Îsraîlê de, ev navend du caran ketibû ber êrîşên asmanî ku li gorî çavkaniyan, ziyan gihîştibû avahiyên beşê sereke.

​Beriya wê jî û di dema şerê 12 rojî de, Amerîkayê di roja 1ê Pûşpera 1404an de, bi balafirên bombeavêj ên B2 binkê Etomî ya Netenzê bombebaran kiribû.