Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 514 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin

18:26 - 21 Adar 2026

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 514 a Agirî de, ev mijar hene:

Li rûpela ewilî de, Manşêt- Peyama Newrozî a Desteya Kargêrî a PDKÎ, Herwisa peyama rêzdar Mistefa Hicrî bi hilkefta cejna Remezanê, li rûpela ewilî de dikevne ber çavan.

Rûpela 2 – Deqa peyama Newrozî a Desteya Kargêrî a PDKÎ, hatine weşandin.

Rûpela 3 a vê hejmara Agirî hatiye terxankirin bo peyama Newrozî a Rêzdar Mistefa Hicrî Sikirtêrê Giştî ê PDKÎ.

Rûpela 4 - Peyama Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê ji bo netewe û hemû azadîxwazên Îranê, netewa Tirkê Azerbaycanê û welatên cîran, û herwisa peyama Newrozî a Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê.

Rûpelêm 5 – Gotara - Êvara Ayetullahan: Tektonîka Jeopolîtîk û Hişyariya Kurdî, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.

Rûpela 6 – Gotara – Hevpeymaniya siyasî ya Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê, daxuyaniyeke nû ji

hêz û serkewtinê, ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpela 7 ê de gotara - "Belkî"ya Trump li ser guhertina sînoran, gelo Rojhilata Navîn li ber guhertina mezin e?, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 a hejmara 514 a Agirî ku taybet bi hevpeyvîna Agirî ye, di vê hejmarê de Sîmîn Rûhanîzade hevpeywînek digel rêzdar Hesen Şerefî Endamê Desteya Kargêrî a PDKÎ li ser rewşa şer û paşeroja netewan li Îranek din de encam daye.

Rûpela 9 - Gotara - Nûnerî û hêzdarkirina jinan, pêwîstiyeke siyasî ji bo pêşerojeke dêmokratîk, ji nivîsa Mojgan Elîpûr, û herwisa Peyama Navenda Rêxistinên Sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê bi Boneya -80Saliya Damezirandina Yekîtiya Jinan.

Rûpela 10 – Bandora psîkolojîk a şer û nezelaliyê li ser mirovên sivîl, ji nivîsa Sefiye Xalidî.

Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 514 a Rojnameya Agirî, postêrek e li derheq 38 emîn salvegera Kîmiyabarana bajarê Helepçê, li jêr navê “Birîneke hertimî ser dilê dîrokê”, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.

Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.