Di saetên destpêkê yên sipêdeha îro Yekşemê 2yê Xakelêweyê de, artêşa Îsraîlê qonaxeke nû ji êrîşên xwe yên asmanî bo ser paytexta Îranê û çendîn herêmên din ên wî welatî dest pê kir.
Artêşa Îsraîlê bi fermî ragihand ku hêzên wan di sipêdeha roja Yekşemê de pêleke êrîşan bo ser Têhranê pêk aniye.
Li gorî wê daxuyaniyê, ev êrîş wekî bersivdayînekê bûn ji bo wan mûşekên ku çend demjimêran pêştir ji aliyê Îranê ve ber bi du bajarên başûrê Îsraîlê ve hatibûn avêtin.
Hevdem ligel destpêkirina êrîşan, raporên navxweyî yên Îranê amajê bi wê dikin ku dengê teqînên mezin li çendîn xalên cuda hatine bihîstin.
Li herêmên rojhilatê Têhranê, bi taybetî li "Pîrozî, Perdis, Demawend, Şehrê-Rey û Weramîn"ê dengê teqînên bi hêz hatine bihîstin û ziyan gihîştiye hin avahiyan.
Li Ramserê 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û li gundê "Destek"ê ku ser bi Kiyaşehrê ye li parêzgeha Gîlanê, 2 kesên din hatine kujtin.
Her wiha raporên teqînan li bajarên Şîraz, Çabehar, Xurremşehr û Yezdê hatine belavkirin.
Di heman demê de, bajarên Ehwaz, Endîmeşk, Refsencan û derdora wan bajaran jî bûne armanc.