Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê, piştî zêdebûna alozîyên herêmê, hişyariyeke tund da rêjîma Îranê û amaje bi wê yekê kir ku heke di nava 48 demjimêran de Tengava Hurmuzê neyê vekirin, Amerîka dê êrîşê bike ser jêrxana enerjiyê yên li Îranê de.
Donald Trump roja şemiyê 1ê Xakelêweyê di peyamekê de ragihand ku heke Komara Îslamî ya Îranê "di nava 48 demjimêran de ji vê gavê şûn de, Tengava Hurmuzê bi temamî û bê şer û êrîş neveke", Amerîka dê êrîşî bike ser jêrxana enerjiyê û dê ji nav bibe.
Navborî di vê peyamê de tekez kir ku di wê rewşê de Amerîka dê binesaziyên cuda cuda li Îranê bike armanc û ev êrîş dê ji "meztirîn wêzgehan" dest pê bikin.
Di beramber de, berdevkê qerargeha Navendî ya Xatemul Enbiya gef kir ku di dema êrîşa li ser binesaziyên enerjiyê de, Komara Îslamî dê tevahiya jêrxana enerjiyê, teknolojiya agahdarî û palavtingeên avê ya ser bi Amerîka û Îsraîlê li herêmê bike armanc.