Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatên derdora Kendavê êdî li hember êrîşên rêjîma Îranê de bê deng namînin

12:08 - 22 Adar 2026

Hakan Fidan, Wezîrê Derve yê Tirkiyê, ragîhand ku welatên Kendavê "hişyariyên dawî" dane Têhranê û dibe ku di dema berdewamiya êrîşên mûşekî û dironiye Komara Îslamî bo ser wan welatan, neçar in ku bertek hebin û dê bersivê bidin.

​Li gorî nûçeya malpera "Middle East Eye", di civîneke herêmî de ku li Riyaza Erebistanê de hat lidarxistin, Hakan Fidan got: ku welatên Kendavê vê pirsê dikin ku çima hikûmeta Îranê wan dike armanca êrîşan.

​Li gorî gotina wî, wan welat tekez kirine ku di destpêkirina vî şerî de heta niha, wan tu rolek û tedexulek li şer de nebûne û aliyekî şer nebûne, lewra ev wan êrîşên rêjîma Îranê bi "mijareke cuda" dibînin û derbe lêdan û dujminayetiya digel xwe dihesibînin.

​Fidan da ziman ku welatên herêmê di wê baweriyê de ne ku êrîşkirina li ser wan nedadperwerane ye û divê bersiva kiryarên Komara Îslamî bê dayîn.

​Wî wiha berdewam kir: "Ew her wiha dibêjin ku Îranê ne tenê binkeyên leşkerî, belku binesaziyên sivîl û jêrxana aborî jî kirine armanc û ev kiryar bi zanebûn e, lewra dê nihapêde ev jî neçarin bo parastina xwe bersiva rêjîma Îranê bidin.