Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gefên rejîma Îranê li xelkê hevdem ligel qutkirina înternetê

14:29 - 22 Adar 2026

Di demekê de ku zêdetirî 3 hefte yane rêjîma Îranê hêla înterneta cîhanî li xelkê Îranê qut kiriye, navendên ewlehiyê yên wê rejîmî dest bi şandina peyamên (SMS) gefxwarinê ji bo welatiyan kirine da ku wan bitirsînin.

​Li gorî wan wêneyên ku ji hundirê Îranê ve hatine belavkirin, navendên ewlehiyê bi rêya (SMS) daxwaz ji welatiyan kirine ku ji wan rûpel û kanalên giştî derkevin ku rejîm wek "dijmin" û "dijber" bi nav dike.

​Rejîm gefa wê dike ku her kesê di wan rûpelan de bimîne, dê bi tundtirîn cezayan re rûbirû bibe.

​Di naveroka van peyamên gefxwarinê de hatiye: Endambûna di kanal û rûpelên medyayên azad û dijberên rejîmê de wek "sûç" tê hesibandin.

​Şandin an belavkirina her cure wêne, vîdyo, babet û her weha "nîşandana cihê erdnîgarî" di rewşa şer de, dê cezayên giran li pey xwe bîne.

​Ev gefên nû yên dezgehên ewlehiyê di demekê de ne ku xelkê asayî ji mafê bingehîn ê gihîştina bi înternetê hatine bêparkirin, lê tenê berpirsên rejîmê înternetê hene da ku propagandaya xwe belav bikin.

​Ev gava rêjîmê wek hewleke bêfayde tê dîtin ji bo kontrolkirina zêdetir a raya giştî û veşartina rastiyan ji cîhana derve.