Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balyozê Îsraîlê li Amerîkayê îdia kir ku guhertina rejîmê li Îranê dikare bi beşdariya hêzên navxweyî pêk were.

15:50 - 23 Adar 2026

Michael Leiter, balyozê Îsraîlê li Amerîkayê, di hevpeyvînekê de bi kanala CNN re îdia kir ku ji bo guhertina rejîmê li Îranê, hêzeke bejayî "ji hundirê Îranê" ve di halê herikîn û çêbûnê de ye.

​Wî bi bal kişandina ser êrîşên dawî got ku armanca Îsraîlê berdewamkirina operasyonan e heta rêjîmê dêxe qedeman, û herwisa anî ziman ku êdî xelkê îmkana jiyana bi hev re ligel vê rejîmê nemaye.

​Leiter her wiha tekez kir ku senaryoya guhertina rejîmê dikare mîna weke hilweşîna Yekîtiya Sovyetê rû bide û di dema lawazbûna navenda desthilatdar de, xelkê Îranê bixwe dê bikeve nav tevgerê.

​Di beşeke din a vê hevpeyvînê de, wî derbarê gefa Amerîkayê ya ji bo hedefgirtina jêrxanên Îranê got ku Îsraîl tercîh dike ev jêrxan ji bo paşerojê parastî bimînin, lê di halê berdewamiya rewşa niha de, êrîşkirina ser wan red nekir.

​Balyozê Îsraîlê di berdewamiyê de îdia kir ku Îranê şiyana xwe ya mûşekên dûravêj nîşan daye û ev mijar dikare gefekê ji herêmê wêdetir çê bike.