Di berdewamiya êrîşên mûşekî yên rejîma Îranê bo ser Îsraîlê, raport amajeyê bi wê yekê dikin ku sipêdeha îro Duşemê, paşmayên mûşekên têkşikandî li çendîn deverên başûr û navenda Îsraîlê ketine xwarê û ziyanên madî lê ketine.
Her wiha kanala Al Jazeera belav kir ku careke din teqemeniyên "Xûşeyî" dijî Îsraîlê hatine bikaranîn û ziyan gihandine, lê belê heta niha tu agahî li ser kuştin an birîndarbûna mirovan nehatine belavkirin.
Hevdem, Wezareta Bergiriya Erebistana Siûdî ragihand ku sîstema bergiriya asmanî ya welatê wan çendîn dronên Îranê têkşikandine û berê jî çendîn dronên din li parêzgeha "Şerqiye" hatine ji navbirin.
Ji aliyekî din ve, Wezareta Bergiriya Îmaratê ragihand ku sîstema berevaniya wan rûbirûyî gefên mûşekî û dronî bûne ku ji aliyê Îranê ve hatibûn arastekirin, û dengê teqînan li deverên cuda yên welat nîşana têkşikandina wan gefan e.
Arteşa Kuweytê nûçeyeke hevşêwe li ser welatê xwe belav kir, û li Behreynê jî Wezareta Navxwe zenga agahdarkirinê lê da û daxwaz ji welatiyan kir ku biçin cihên ewleh.
Her wiha li bajarê Eqebe yê Urdunê zenga agahdarkirinê hatiye bihîstin û peyamnêran ragihandine ku mûşekeke Îranî di asmanê deverê re derbas bûye û ber bi biyabana "Neqeb" li Îsraîlê ve çûye.