Cem - Li derdora demjimêr 11:30'an, ji aliyê sîteya mûşekî ya Çemran ve sê teqîn hatine ragihandin.
Girava Kîşê - Di saetên 11 heta 12'an de dengê du teqînên gelekî mezin hatine bîstin ku bûne sedema tirsê di nav akinciyan de.
Tabrîz - Di saet 11:35'an de li rojavayê bajêr dengê derbasbûna balafirên şer û du teqînên ji dûr ve hatine bihîstin. Beriya wê jî, ji saet 8 heta 11:30'an, dengê parastina asmanî û firîna balafirên şer li vî bajarî berdewam kiriye.
Şîraz - Di saet 06:50'an de kogeheke Pîşesaziya Elektronîk hatiye lêdan. Çend deqe şûnda, di saet 06:55'an de li taxa Dînkanê dengê derbasbûna balafirên şer û teqînekê ya pir bi hêz hatiye bîstin.
Tehran - Ji serê sipêdehê ve gelek êrîş hatine ragihandin. Li derdora saet 05:15'an, çendîn xalên wekî Enderzkûh, kolana Selîmî ya Başûr, Herwî, bulwara Penahîniyan, kolana Mekran, Çîzer û çwarrêya Pîrûzî bûne armanc. Her wiha di saet 05:30'an de, avahiya Pîşesaziya Elektronîk a ser bi Wezareta Parastinê ku li herêma Seyad Şîrazî ye, hatiye lêdan.
Li Urmiyê jî çend cih hatine bi armancgirtin.