Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Demên dawî yên desthilatdariya rêjîma Îranê

16:07 - 23 Adar 2026

N. Azad Kurdî

 

Dema 47 salan bûn ku penceşêrek bi navê Komara Îslamî tûşî hemû gelên Îranê hatibû ku di encama şorişa gelên Îranê de li salan 1979’an de, karîn encamên şorişê bi xapandin û fêlbaziyan bidizin û desthilatê bigirin dest.

Ji roja ku ev rêjîma îdeolojîk û tundajo bi serkêşiya Xomêynî hate ser kar, dest bi darêtin û cîbicîkirina hindek siyasetên metirsîdar kirin di asata navdewletî, herêmî û navxweyî de ku rewşa sala 2026’an ya rêjîmê dihate çaverêkirin. Hêj çend meh ji temenê vê rêjîmê derbas nebibûn, hemû rêbazên ne demokratîk di asta navxwe de dest pê kirin. Xomêynî bi eşkere dijberiya xwe ligel demokraiyê ragehand. Hemû bingehên ku sîstemeke demokratîk pêwîst bû û bina vê yekê gelên Îranê  li dijî sîstema dîktator a Paşatiya Pewlehî serhildan kiribûn û hatibû hiloşandin, qedexe kirin. Hemû partiyên siyasî yên Îranê û di nav de partiyên Kurdî qedexe ragehandin, rojname û çapemeniyên azad û serbixwe hatin qedexekirin, hilbijartinên azad bi tevahî hatin ji holê rakirin heta roja îro, azadiya gotin û xuyakirina nerînan yekcarî hate astengkirin, bi awayekê ku mafên bêhnkişandina azad jî nehêlan. Dest bi pêleke berfireh a girtin û lidarvekirina azadîxwazanû girtiyên siyasî kirin. Para Kurdistnaê di vê yekê de ji hemûyan zêdetir bû. Ji hemû herêman li Îranê, Kurdistan bû armanca hêrişan. Xêmêynî di sala yekemîn de « Fetwaya Cîhad » fermana olî ya qirkirina gelê kurd da. Kurdistan kirin qada şer. Hêzên siyasî yên kurdî, bi taybetî PDKI dest bi bexwedaneke dîrokî kirin ku heta îro jî didome.

Rêjîma Îranê di asta navdewletî de dest bi dijberîkirin ligel Amerîka û welatên demokratîk kirin, siyasetên gefkirin û terorîstperwerî bûn beşek ji rêbazên têkder ên vê rêjîmê, li ciyê lihevkirina ligel cîhana azad. Hemû cîhan weke dijmin û neyarên xwe hesibandin û heta niha jî vê siyasetê dimeşînin ! Dest bi avakirina reaktorên atomî kirin bona meyandina oraniyumê bi armanca bidestxistina çekên navikî û bombeyên atomî.

Di asta herêmî de, ji roja yekemîn ve, ji navbirina dewleta Îsraîlê kirin armanca xwe ya siyasî. Dest avêtin bi şandina armancên tundajo yên rêjîmê li hemû Rojhilata Navîn, di vê rêyê de bi alîkariyên aborî yên berfireh û bê sînor û dabînkirina çekan hemû kom û grupên Şîe yên hermêmê çekdar kirin û bona gef û têkdana ewlehiyê bikar anîn heta niha jî berdewam e. Her vê siyasetê îro serê wan xwar.

47 sal bû cîhana azad li ser van siyasetên rêjîmê rexne digirt û hewl dida ku ev dest bi siyasetên çêkirina aloziyan û ne ewlekirina herêmê berdin. Mixabin sal bi sal ev siyasetên wan xurt û berfirehtir bûn û guh nedan çi şîret û rexneyekê. Dest ji tundajotî û serhişkiyê bernedan . Komên terorîstî yên ser bi rêjîmê û Sipaha Quds a terorîst devera Rojhilata Navîn kirin gola xwînê û li dijî berjewendiyên welatên herêmê û rojava bikar anîn, bi taybet li dijî ewlehiya Îsraîlê. Rêjîma Îranê bi piştgirtiya aborî û çekan bo Hizbulaha Lubnanê, Hosiyên Yemenê, Hemas û çendîn komên din li Sûriye û Îraqê, bi salan hêriş dikirin ser Îsraîlê. Heta ku li 7’ê Octobra 2023’an ji aliyê Hemasê hate destpê kirin. Piştî vê bûyerê qonaxeke nû li Rojhilata Navîn dest pê kir ku heta niha jî didome.

Van kiryar û siyastan aqibet bûn bela serê vê rêjîma penceşêr. Di encamê de piştî 47 salan û bêhnfirehikeye bê sînor, Îsraîlê di salan 2025’an de yekemîn herişên berfireh kirin ser rêjîmê ûi bi dehan fermanderên van yên xwînmij kuştin. Di dema 12 rojan de ziyan û xesarên mezin gehandin rêjîmê ku di 46 salên berî vê kêm wiha hatibû serê wan. Amerîka jî di roja dawî de navendên çêkirina çekên atomî bombebaran kir.

Rêjîm piştî vî şerê mezin, careke din ji siyasetên xwe paşde nekişiya. Bi fêlbazî û weke her car kete bi nav dan û standinan ligel Amerîka ku di dawî de jî bê encam bû. Her weke PDKI jî gotibû ku ev gotûbêj bê encam in û rêjîm tenê demê dikire û dikuje bona xwe amadekirina pîlan û komployan.

Di dawiyê de li 28ê Şibata 2026 ‘an, rojek piştî bêncam mayîna gotûbêjan, hemû tiştek guherî. Amerîka û Îsraîlê bi awayekî hevbeş dest bi hêrişa esmanî bi Îranê kirin û di yekemîn deqîqede Xamineyî yê dîktator û dehan fermanderên bilin dên rêjîmê kuştin. Dema 3 heftiyan dibe ku ev şer didome û bi hêrişêen Amerîka û Îsraîlê dar li ser berê rêjîmê nemaye. Rewşek ku bi xwe bûn sedem pêk bihê û berpirsyarî dikeve ser stûyê rêjîma Îranê. Em roj û hefeyên dawî yên desthilatdariya rêjîma Îslamî ya Îranê dibînin. Di pêvajoya dîrokê de heta niha çi desthilatekê nekariye bi zor û zordarî û dîktatoriyê zêde temen bike, rêjîma Îranê xwe bi xwe, gora xwe kulan û niha serok û fermanderên wan ên xwînmij yek bi yek diçin wan goran de.