
N. Hesen Mukerem
Bi salan e, rêberên rejîma Îslamiya Îranê li ser minberan li dijî " Amerîka û jinavbirina Îsraîlê" diaxivin; gefên tund dixwarin ku wiha diyar dikir ku wêneyek bihêz a vê desthilatdariyê nîşan didin. Lê rastiya li qada şer tiştek din nîşan didin: heman rayedarên rejîma terorîstperwer a Îranê ku plana "Mêhwera Moqawimet û "ji holêrakirina Îsraîlê li ser xerîteya cîhanê" kiribûn karê xwe, yek li dû yek di êrîşên Amerîkî û Îsraîlê de hatin kuştin, û rejîma ku heta duh li ser televîzyonê gef dixwar, niha nikare fermandarên xwe yên herî payebilind jî biparêze.
Di vê mehê de, pêlek êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê stûnên sereke yên makîneya şer a rejîma terorîstperwer a Îranê kirine armanc û berdewam in. Elî Xamineyî, di êrîşên roja destpêkê de hat kuştin, ew mirovê ku bi dehsalan e, bi dirûşma jiholêrakirina Îsraîlê, di dawiyê de di heman rûbirûbûnê de bixwe hat kûştin. Dehan berpirsên siyasî û serbaziye rêjîmê di vê êrîşê de hatin kuştin.
Ji ber ku ew li hember Amerîka û Îsraîlê her ku diçe bêhêztir dibe û hêrsa xwe li dijî Kurd dirêje. Niha di cihê ku hewce ye ev rejîma terorîstperwer bi rastî "hêza" xwe nîşan bide, li Tel Aviv an New Yorkê ye, neku li dijî kampên penaberên Kurd û malbatên partiyên Kurd li Başûr, li wir jin, zarok û kal û pîr, dide ber êrîşên hovane.
Di demsala payîza 2022an de, Spaha Pasdaran (IRGC) baregeh û kampên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê bi mûşekên balîstîk û dronan kirin armanc.Kempên li kêlega bajarê Koye yên wek, Kampa Zerguz a Partiya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Kampa Azadî. Zevî Spî, Emîriye, Dêgele, Cêjnîkan û deverên derdorê bi tundî hatin bombebarankirin; herî kêm 13 heta 16 kes hatin şehîdkirin û zêdetirî 58 kes jî birîndar bûn, di nav wan de jinên ducanî, zarok û kal û pîr jî hebûn. Di wan êrîşên hovane yên rejîma terorîstperwer a Îranê de ne tenê baregehên partiyan bûn armanc, belkî di heman demê de avahiyên penaberan, dibistanek, nexweşxaneya herêmî û deverên niştecîbûnê yên di kampan de jî kirine armanc, bi sedan malbatên penaber ji nû ve koçber bûn.
Raportên rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî tekez dikin ku ev kamp bi piranî ji malbatên endamên partiyan, penaberên siyasî û penaberên ku roleke leşkerî ya rasterast tunebûn re hatine rêkxistinkirin.
Ev êrîşên hovane yên rejîmê di sala 2026an de dubare bûne meydana mûşek û dironên Spaha Pasdaran. Di destpêka Adarê de, mûşek û dronên Spaha Pasdaran a terorîst (IRGC) dîsa kampên girêdayî partiyên Kurdî, di nav de Komeleya Zehmetkêşan, li devara Surdeş, Zerguz û kampên li kêlega bajarê Koye yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kirin armanc yan her dema ku rejîma terorîstperwera Îranê li hember êrîşên mezin hêzekê şiyana rawestanê tunebe partiyên Kurd yê Rojhilat dike armanc. Raport nîşan didin ku careke din piraniya qurbaniyan sivîl in - ku bi salane ji darvekirin û girtîgehên rejîma Îranê reviyane û li kampên medenî de jiyana xwe derbas dikin, lê li wir jî ew ji kiryarên hovane yên rejîmê bêpar neman e.
Divê ev her du wêne li kêleka hev werin dîtin: ji aliyekê ve, rêber û fermandarên ku bi dirûşma jiholêrakirina Îsraîl û şikest dan bi Amerîkayê nifşên şandin eniyên şer li Sûriye, Lubnan, Iraq û Yemenê, îro di êrîşên asmanî yên heman mezin hêzên cîhanê de têne kuştin, û rejîma wan bêçare şîna giştî îlan dike. Ji aliyê din ve, dema ku dor tê ser hilbijartina armancekê, heman rejîm, balyozxaneyên Amerîka û Îsraîlê an jî baregehên wan ên sereke yên leşkerî nade; di şûna vê de, ew mûşek û dronên xwe li kampên Kurd yên ku tijî jin, zarok û kal û pîr in dixe.
Rejîmek ku îdia dike ku "li dijî emperyalîzmê radiweste" lê di pratîkê de derbên herî xurt ji emperyalîzmê bi xwe distîne, û di vê hevkêşeyê de li şûna wê şûrê xwe dadinê li ser stûyê gelê Kurd yê bêsûc ku tenê daxwaza mafê rewa yên xwe dikin, ev ne "dij-kolonyal" e û ne jî "parêzvanê Filistînê" ne, Kurdên ku li kampên Herêma Kurdistanê penaberin sembolek eşkere ya vê rastiyê ne: qurbaniyên du caran dûrxistinê ku carekê ji tirsa darvekirin û girtinê ji Îranê reviyane, û cara duyemîn di bin bombarana mûşek û dronên heman rejîmê de li parçeke din a Kurdistanê de li kampên medenî de dijîn derbider dibin.
Îro, ji her demê bêtir, aloziyên rejîm Îslamiya Îranê eşkere dibin. hikûmetek ku bi salan e gefên vala li dijî Amerîka û Îsraîlê dubare dike, en dibînin ku bi cenazeyên rêberên xwe yên bêçare li hember êrîşên Îsraîl û Amerîkayê de rûbirû mane û êrîşî li dijî zarokên Kurd di kampên penaberan de dike hatiye naskirin. Ev rastî nikare bi sansura medyayê were veşartin an jî bi manhorek mûşekî were mezinkirin. Ev rastiyek e ku di bîra gelê Kurd û di bîra kolektîf a Kurdistanê de hatiye tomar kirin.