Di demekê de ku aloziyên di navbera Amerîka û Îranê di rojên borî de zêde bûye, Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê, nûçeya destpêkirina danûstandinên navbera Têhran û Waşîngtonê ragihand û got ku êrîşên muhtemel ên li ser jêrxanên enerjiyê yên Îranê bi awayekî demkî hatine paşxistin.
Trump di peyamekê de ragîhand: Di navbera du rojên borî de danûstandinên pir baş di navbera her du aliyan de derbarê gihîştina bi çareseriyeke giştgir bo dawîanîna bi şer û aloziyên li Rojhilata Navîn hatine encamdan."
Navborî her wiha amaje bi wê yekê kiriye ku ji ber rewşa erênî ya van danûstandinan, ferman daye Wezareta Şer ku "êrîşên li ser navendên berqê û enerjiyê yên Îranê ji bo heyama 5 rojan werin rawestandin, bi şertê ku danûstandin bi serkeftî berdewam bikin."
Di hember de, Wezareta Derve ya Îranê ragîhand: "Tu danûstandinek di navbera Têhran û Waşîngtonê de tune ye û daxuyaniyên Serkomarê Amerîkayê di çarçoveya hewildanên wî yên ji bo kêmkirina bihayê enerjiyê û bidestxistina demê ji bo cîbicîkirina planên wî yên leşkerî de ne."
Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha ragihand ku destpêşxeriyek ji hêla welatên herêmê ve ji bo kêmkirina aloziyan heye û bersiva me bo hemûyan zelal e, me ev şer dest pê nekiriye û divê hemû ev daxwaz ji Amerîkayê re werin pêşkêşkirin.