Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hezaran Marînzên Amerîka rû bi Îranê ve tên

13:04 - 24 Adar 2026

Pêka rapora “Wall Street Journal” Zêdetir ji 2 hezar û 200 Marînzên Artêşa Amerîka berî dawîhatina derfeta 5 rojeya ku Amerîkayê bi rêjîma Îranê daye da ku gevîya Homoz dubare veke, dê bigehne devera jêr kontrola CENTCOMê.

Pêka vê raporê gemiya şerker a “USS Tripoli” û gemiya vegihastin a “USS New Orleans” ên Artêşa Amerîka digel zêdetir ji 2 hezar û 200 marînzên yekeya 31 a Artêşa Amerîka, dê roja Înê de bigehne devera jêr kontrola CENTCOMê.

Pêka biryara “PENTAGON”ê yekeya 2 ya Marînzên Amerîkayê jî li heftiyên bê de dê bo Rojhilata Navîn bêne şandin.