Pêka dawî raporên belavbûyî li bajarê Urmiyê, cinayetkarekî rêjîmê yê bi navê Elîriza Şêxlû ku dadwerê dadgeha inqilab a rêjîmê bû, li demjimêrên şevê 23ê Adarê li malekê de li taxa Bêhdarî ya bajarê Urmiyê, bû armanc û hate kuştin.
Ew cinayetkarê rêjîmê li tepeserkirin û sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser welatiyên Kurd de pêşîneyek reş heye û yek ji dawî cinayeta wî sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser “Mihyedîn Îbrahîmî” bû ku bi awayê nihênî li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê de hate bidarvekirin.