Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku li sibêdeha roja Sêşemî 24ê Adarê, rêjîma Îranê li 2 êrîşên cuda de bi 6 mûşekên balistîkî, êrîş kire ser bargeheke firqya 7 a piyade ya devera 1 û hêzeke firqeya 5 a piyade ya Hêza Pêşmerge li sînorê Soran.
Pêka vê daxuyaniyê 6 Pêşmerge yên bi navên: “Rêber Ebdula, Zikrî Bêxşaşî, Ramîn Adil, Şehab Bêxşaşî, Keywan Muzefer û Piştîwan Mela Mûsa” li van 2 êrîşan de şehîd bûne û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
Wezareta Pêşmerge tevî şermezarkirina tund a vê êrîşê û hemû êrîşên bo ser Herêma Kurdistanê tekez kiriye ku her bersivdanek bi wan êrîş û destdirêjiyên bo ser ax û gelê xwe bo xwe parastî dibîbe.