Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê bi xelkê taxa Cêy a Îsfehanê huşdarî da ku ji binkeyên rêjîmê dûr bikevin

10:31 - 1 Adar 2026

Artêşa Îsraîl bi belavkirina agehdariyekê bi xelkê medenî yên taxa Cêy a Isfehanê ku navend, jêrxanên esmanî û padiganên rêjîmê li wirde hene, huşdarî da ku bi lezgînî ji vê deverê derkevin û heta agehdarkirina bê, xwe ji çon bo vê deverê biparêzin.

Artêşa Îsraîl bi tekezî huşdarî bi xelkê vê taxa bajarê Îsfehanê daye ku dê operasiyoneke tund a serbazî li wir de bi rê ve here û xerîta vê deverê ku çendîn cihên vê jî diyarî kirine, hevdem digel vê huşdarîdanê belav kiriye.