Dewleta Lubnanê li hewleke bêmînak de derfetnameya siyasî ya “Mihemedriza Reûf Şêybanî”, balyozê rêjîmê li Lubnanê de hilveşand û daxwaz ji wî kir ku bi lezgînî ji Lubnanê derkeve.
Pêka raporên belavbûyî, “Ebdulsitar Îsa”, birêveberê Giştî yê Wezareta Derve ya Lubnanê bi banghêjkirina “Tofîq Semedî Xoşxû”, birêkarê rêjîma Îranê li bajarê Beyrûtê, hilveşandina fermî ya derfetnameya siyasî ya balyozê rêjîmê bi wî ragihandiye. Dewleta Lubnanê bi binavkirina balyozê rêjîmê bi “Persona non grata” anku kesê xirab, heta roja Yekşemiyê derfet daye ku balyozê rêjîmê ji axa Lubnanê derkeve.
Hevdem digel vê alozîtêketina siyasî, Wezareta Derve ya Lubnanê, balyozê xwe yê bi navê “Ehmed Siwîdan” bo Lubnanê banghêj kiriye. Ev yeka li halekê de ye ku li heyva Sermaweza sala derbasbûyî de Wzîrê Derve yê Lubnanê “Yûsif Recî” daxwaza rêjîma Îranê bo serdana Îranê red kiribû.
Ev yeka dide xuya ku Dewleta Lubnanê bizanebû mewdaya xwe digel rêjîma Îranê zêdetir dike.