Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

‌Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê daxuyaniyek belav kir

16:40 - 24 Adar 2026

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê:

Êrîşên dujminkaraneyên rêjîma Îranê bo ser bargehên Pêşmerge, binpêkirina serweriya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye.

Li sibêdeha roja Sêşemî 24ê Adarê, rêjîma Îranê li 2 êrîşên cuda yên mûşekên balistîkî de li devera Soran de êrîş kire ser bargeheke firqya 7 a piyade ya devera 1 û hêzeke firqeya 5 a piyade ya Hêza Pêşmergê Herêma Kurdistanêꓼ li vê kiryara dujminkaraneya rêjîmê de 6 Pêşmerge şehîd bûn û zêdetir ji 30 Pêşmerge û herwisa hejmarek ji xelkê medenî yên deverê birîndar bûn.

Êrîşên mûşekî û dironiyên spaha pasdaran a terorîst bo ser binkeyên Hizbên Rojhilatê Kurdistanê û navendên serbazî û medeniyên Herêma Kurdistanê ku ji rojên yekem ên qewimîna şer ve berdewam bûne, berî her tiştekê nîşanderê dujminatiya vê hikûmeta cinayetkar digel netewa Kurd li hemû beşên Kurdistanê ye.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê tevî ragihandina hevxemiya xwe digel malbatên şehîdan û xelkê Herêma Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, careke din jî êrîşên komara îslamî û hêzên milîsên navxweyê Îraqê bo ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dike û daxwaz ji welatên hevpeyman û civaka cîhanî dike ku li hember destdirêjî û dujminkariyên komara îslamî bisekinin û helwîst û berteka lezgîn li hember binpêkirina serweriya siyasî ya Herêma Kurdistanê û tawankariyên şer ên komara îslamiya Îranê hebin.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê

24ê Adara 2026