Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûrdekariyên bernameya 15 xalî ya Amerîka bo dawîanîn bi şer digel rêjîma Îranê

16:37 - 25 Adar 2026

Rojnameya New York Times ragihand ku Amerîkayê bernameyeke 15 xalî daye rejîma Îranê ku armanca wê bidawîanîna şerê berdewam ê li Rojhilata Navîn e. ev bername ku bi rêya Pakistanê bo rêjîma Îranê hatiye şandin, bernameyên mûşekî, navkî û pirsgirêkên pêwendîdar bi geviya Hormozê li xwe digre.

Pêka rapora Ajansa Nûçeyan a N12, ku ji sê çavkaniyan pêk tê, Amerîkayê mijûlê lêkolîn bi ser  agirbestek rengehî ya yek heyvî ye. Xalên vê bernameyê ev in:

Jinavbirina tevav a şiyanên navkiyên heyî û soza nivîskiya fermî bo sekinandina hewlên bo bidestveanîna çeka navkî

Derxistina tevav a Uraniyoma meyandî ji Îranê

Sekinandina tevav a dabînkirina malî û cebilxaneyî ya hemû hêzên milîsên ser bi rêjîmê li deverê

Ragihandina geviya Hormoz wek “devera azad a deryayî” û vekirîmana hertimî ya vê

Donald Trump Serkomarê Amerîkayê, li roja Sêşemê li ofîsa taybet a xwe de bi rojnamevanan got ku danûstandinan berdewam dikin û rejîm bi qaseke gekel zêde dixwaze bigihîje rêkeftinekê. navbirî tekez kir ku Dewletên Yekbûyî niha di rewçeke danûstandinê ya pir baş" de ye ji ber ku beşeke mezin ji mûşekan jinav birine û hêza deryayî û esmaniya vê jinav çoye. Herwisa navbirî ragihand ku rejîmê pêştir razî bûye ku ti hewlekê bo bidestveanîna çeka navkî nede.