Pêka raporên belavbûyî, Firanse û Birîtaniya hevpeymaniyek ku zêdetir ji 30 welatên cîhanê li xwe digre, bo parastiina geviya Hormoz çê bikin, ev yek hevdem digel hatina hêzên marînz ên Amerîka bo Rojhilata Navîn e.
Pêka vê raporê zêdetir ji 30 welatên cîhanê li rojên bê de dê kom bibin daku hevpeymaniyek bo parastina ewlehiya geviya Hormoz pêk bînin ku bi serokatiya General “Richard Knighton” ê serokê Stada Artêşa Birîtaniya û “General Fabien Mandon” ê serokê Stada Artêşa Firansê dê bi rê ve here.
Cihê vê kombûnê hêj nehatiye diyarîkirin û her niha jî bi hezaran serbazên Amerîka rû bi Rojhilata Navên ve tên û rojên bê de hezaran serbazên Amerîkayê dê tevlî wan hêzan bibin.