Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump: Berpirsên rêjîma Îranê ji tirsê xelkê danûstandinan înkar dikin

12:23 - 26 Adar 2026

Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê gotiye ku rêberên rêjîma Îranê bo parastina abûr û tirs ji vê yekê ku ji aliyê me an ji aliyê hevkarên xwe ve bêne kuştin, danûstandinên digel Washingtonê ku niha bi rê ve diçin, înkar dikin.

Donald Trump ku li roja Çarşemî 25ê Adarê li rêûresma komkirina alîkariyên malî bo pêvajoya hilbijartin a Komarîxwazan a Meclîsa Nûneran a Amerîkayê de diaxivî, careke din tevî tekezî bi ser birêveçona danûstandinan ragihand ku rêjîma Îranê bi gelek zêde li pey lihevkirinê ne.

Gotinên Donald Trump li halekê de ye ku 27 roj e êrîşên Amerîka û Îsraîl li seranserê Îranê de rû bi zêdetir bûnê ve diçe.

Koşka Sipî jî ragihandibû ku hekî rêjîma Îranê ti lihevklirinekê digel Amerîkayê neke Amerîka amade ye dojehekê li Îranê de lidar bixe û êrîş dê gelek dujwartir bibin.