Piştî êrîşên Amerîka û Îsraîl bo ser hêzên dijemiroviyên rêjîmê, beşek ji paşmaweyên wan hêzan li mizgevt û cihên giştî de cihgîr bûne û li taxa “Tekiye û Çemen” a bajrê Sinê de jî, Mizgevta “Bêiset” a vê taxa bajarê Sinê ji aliyê wan hêzan ve wek xevtingeh û cihê xweveşartinê dihate bikaranîn û wan hêzan tevî azardana xelkê, rêgirî ji çona xelkê bo nav mizgevtê dikirin.
Xelkê vê taxê bi sedema nigeranî li hebûna wan hêzên dije mirovî li vê mizgevtê ku bo xelkê vê taxê bibûne gef û bi agehdarbûn ji vê yekê ku wan hêzan xelk wek mertalê zindî bi kar tîne, li hember wan hêzan sekinîn û bi berxwdan û yekgirtinê, hêzên rêjîmê ji mizgevt û taxa xwe derxistin.
Ev helwîsta xelkê bajarê Sinê, careke din bêzariya kûr a civaka Kurdistanê li paşmaweyên rêjîma Îranê da xuya.