Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya êrîşên esmanî yên Îsraîl û Amerîkayê bo ser Îranê

15:49 - 28 Adar 2026

​​Êrîşên esmanî yên Îsraîl û Amerîkayê bo ser deverên cuda yên Îranê, ji şeva înê heta sibêha îro, bê navber berdewam bûne. Li gorî raporên navxweyî, Tehran û çend bajarên din bi giranî hatine bombebaran kirin.

​Li Tehranê, dengê teqînên mezin li herêmên 1, 4, 9 û 18 hatin bihistin; di nav de derdora zanîngeha "Ilim û Senet", firokexaneya Mehrabad û taxên Pasdaran û Nobonyad.

​Hevdem li Kerecê, bajarokê pîşesazî yê Xeyrabad li Errakê, topxaneya 44’an a Îsfehanê û kargeha pola ya Kewîr a Kaşanê bûn armanca êrîşê.

​Artêşa Îsraîlê bi fermî piştrast kir ku kargeha ava giran a Xendab li Errakê û bingehên çêkirina mûşekên balîstîk û sîstemên parastina esmanî yên Tehran û rojavayê Îranê lê dane.

​Komelgeha ava qurs a Errakê ku bi navê "Xendab" tê naskirin, yek ji sazî û dezgehên mezin ên etomî yên Îranê ye û navendeke sereke ya berhemanîna ava qurs e.

​Her wiha kargeha berhemanîna "Kêka Zer" a Erdekanê li Yezdê, ku li gorî gotina artêşa Îsraîlê kite kargeha Îranê ya bi vî rengî bûye, hatiye lêdan.

​Di wê kargehê de, ew madeyên xav ên ku ji axê tên derxistin, di pêvajoyên mekanîkî û kîmyayî re derbas dibin da ku di qonaxên din de wekî maddeya seretayî ji bo dewlemendkirina uranyumê bên bikaranîn.

Herwisa çendîn cihên armancdar bo kuştina berpirsên rêjîmê jî li bajarên cuda cudaye Îranê de hatine bombebarankirin.