Wezareta Derve ya rêjîma Îranê di daxuyaniyekê de ku roja Înê hate weşandin, bi fermî kuştina 6 endamên pilebilind ên Spaha Pasdaran a terrorist li nava axa Lubnanê piştrast kir.
Tevî ku Wezareta Derve ya rejîmê ev kes wek "dîplomat" dane naskirin, lê di wan wêne û posterên fermî de ku di medyaya navxweyî ya Îranê de hatine belavkirin, her 6 kes bi kincên fermî yên Spaha Pasdaran terorîst ve xuya dikin.
Li ser posteran navê "Spaha Mehdî" hatiye nivîsandin û dîroka kuştina wan vedigere 17ê Reşemeya sala par. Kesên hatine kuştin ev in: Mihemed Reza Mûsewî, Elî Reza Bê-azar, Mecîd Heseni Kendeser, Husên Ehmedlû, Ehmed Resûlî, Emîr Muradî.
Ev ragihandina rêjîmê piştî wê yekê tê ku peywendiyên dîplomatîk ên di navbera Tehran û Beyrûtê de rastî alozîyeke bêmînak hatine. Roja 4ê Xakelêweyê, Wezareta Derve ya Lubnanê ragihand ku wan razîbûna xwe ya ji bo destbikarbûna "Mihemed Reza Şeybanî" wekî balyozê nû yê Îranê vekişandiye û ew wekî "kesê nexwestî" daye naskirin.