Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewldana Hevbeş a Amerîka û Iraqê ji bo Dûrxistina Bexdayê ji Şer

15:52 - 28 Adar 2026

Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê di daxuyaniyekê de ragîhand, hevkariya di navbera Bexda û Waşîngtonê, bi armanca rêgirtin li her cure êrîşekê ji axa Iraqê ve ku ji bo piştgiriya rêjîma Îranê zêde bûye.

​Di vê daxuyaniyê de hatîye: «Iraq û Amerîkayê biryar dane ku hevkariyên xwe bihêztir û zêdetir bikin di warê rêgirtina li êrîşên terorîstî û misogerkirina vê yekê ku axa Iraqê ji bo êrîşkirina ser gelê Iraqê, hêzên ewlehiyê, saman û saziyên stratejîk ên Iraqê, her wiha hêzên Amerîkayê, cihên dîplomatîk û hevpeymaniya navdewletî neyê bikaranîn.»

​Her wiha balyozxaneya Amerîkayê li ser tora civakî ya "X"ê amaje bi pêkanîna «Lijneya Bilind a Hevahengiya Hevbeş» di navbera her du welatan de kiriye.

​Her çend daxuyaniyê bi awayekî rasterast amaje bi hêzên nîyabetî (wekîl) yên Komara Îslamî li Iraqê nekiriye, lê tekez kiriye ku her du alî pabendî dûrxistina Iraqê ji çarçoveya milmilane û pevçûnên serbazî yên niha ne.

​Ev di demekê de ye ku tam mehek bi ser destpêkirina êrîşa hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê bo ser Îranê re derbas dibe; beriya destpêkirina êrîşan, koma Ketayîb Hizbullah gef xwaribû ku dibe ku ji bo piştgiriya Tehranê bikeve nav şer de. Lê di du hefteyên borî de, herî kêm carekê binkeyeke vê komê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatiye armancgirtin û fermandarekî wan tê de hatîye kuştin.