Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Desteserkirina zêdetirî ji 60 kesan li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rêjîmê ve

16:58 - 28 Adar 2026

Di berdewamiya desteserkirina welatiyan de li bajarên cuda yên Kurdistanê, 61 welatî li 3 parêzgehên Îlam, Urmiye û Sineyê ji aliyê hêzên serkutker ên rejîmê ve hatine desteserkirin.

​Li parêzgeha Îlamê, Îdareya Îtilaata Spaha Terorîst a Pasdaran 51 welatî bi tohmetên bêbingeh ên "sîxuriyê" desteser kirin û dosyeya yasayî ji bo wan hatiye vekirin.

​Ji koma wan 51 kesan: 5 kes bi tohmeta organîzekirina alozî û çêkirina neewlehiyê.

​2 kes bi tohmeta hewildan û plankirinê ji bo çêkirina astengiyên hatûçûnê.

​10 kes bi tohmeta wênegirtina armancdar ji cihên leşkerî û xalên ketina mûşekan.

​19 kes bi tohmeta peywendî û hevkariya bi torên dijber re.

​15 kes jî bi tohmeta hewildan ji bo têkdana kombûnên şevan ên xelkê yên bo piştgiriya rejîmê, hatine desteserkirin.

​Her wiha nûçegihaniya "Tesnim" a ser bi Spaha Pasdaran ragihand ku 8 kes li bajarên Mehabad, Çaldiran, Urmiye û Miyandavê bi tohmeta sîxuriyê hatine desteserkirin.

​6 kes bi tohmeta endambûna di partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê de û 2 kes jî bi tohmeta şandina agahiyan bo derveyî welat bi rêya torên civakî hatine girtin.

​Di heman çarçoveyê de, Rêxistina Mafên Mirovan a "Hengaw" ragihand ku di berdewamiya desteserkirinan de piştî destpêkirina şer, du welatiyên Kurd bi navên "Kiyanûş Adilpûr" û "Efşîn Cem" ku her du xelkê bajarê Seqizê ne, di rojên 5 û 6ê Xakelêwê de ji aliyê Îtilaatê ve hatine desteserkirin û bo cihên nediyar hatine veguhastin.