Hevpeyvîna me ya vê carê digel rêzdar Hesen Şerefî Endamê Desteya Kargêrî a PDKÎ li ser rewşa şer û paşeroja netewan li Îranek din de
Hevpeyvîm: Hesen Şerefî
Hevpeyvînkar: Sîmîn Rûhanîzadeh
1- Kek Hesen Şerefî pirsa min a yekem li derheq rewşa niha a herêmî ye ku ber bi çi aliyekê ve diçe?
Em dikarin rewşa niha bi du awayî behs bikin rewşek evaye ku Kurdistan ji berê ve di nav de ye û li dijî Komara Îslamî xebat dike bo çêbûna demokrasî û dabînkirna mafê neteweyî û mafê mirovî û ji bo jinavbirina cudahî danîna di navbera neteweyan ji bo wekheviya jin û mêran di nav civak û malbatê de û em gelek mêjve xebat dikin û bi li hatina ser kar a Komara Îslamiya Îranê ku me her di destpêkê de deng nedabû bi vê rejîmê û ne jî me xwastiye ev rejîma bê ser kar, û dema ku wisa ye em her li destpêkê de li hember vê rejîmê de li têkoşînê de bûne û xebata me hertima xebatek medenî û dûr li tûndtîjî û xwînrêjî bûye lê mixabin ji ber ku komara Îslamî tu carî nekariye û ne jî dikare demokrasiyê çê bike û nekariye wekheviya jin û mêran bawerî pê hebe û ne jî kariye dan bi mafê mirov û mafê netweyan bike. Dema ku wihaye Kurdistan her di destpêkê heta niha bi awayeke tewaw li dijî rejîma Komara Îslamî bûye û gelek hatiye serkutkirin û rêberên vê hatine terorkirin û hejmareke zêde li endam û pêşmegeyên Kurdistanl ji aliyê Komara Îslamî ve hatine terorkirin û êrîş li dijî Kurdistanê hatiye kirin û fitwa li dijî Kurdistanê hatiye dan û ev rewşa her berdewam bûye û lê rewşek din heye û di wan dawiyanê de hatiye gorê eve em hevdem xebata xwe li dijî Komata Îslamî didomînin û reftara Komara Îslamî jî hevdem digel neteweyên vê û xelkê vê dujmnane bûye digel welatên cîran jî herwisa dijmnane bûye û digel welatên dûr û nêzîk jî herwisa bûye bo mînak diroşma jinavbirina Îsraîlê dide û diroşma dijmnayetiya digel Amerîkayê daye û li dijî berjewendiyên Amerîka li navçê de kar kiriye. Û encama vê siyasetê ku di navçê de terorîsim berfireh kiriye û di navçê de alozî afirandiye û bi mifah wergirtin li hestên olî ji alîgirên Şîe meseb di welatên din de girûpên niyabetî çê kirine hemû ev siyasetên han bûne sebeba vê yekê ku dewletên han li hember de helwest hebin û pir caran hewl dane ku li rêya gotûbêjan ve Komara Îslamî bigihînin vê qinaetê ku dev ji van alozî û terorîsmê berde û bawerî bi mafên mirovan hebe lê tu feydeyek tunebûye û ev her bi siyaseta dijminane ya xwe digel xelkê xwe û derve reftar kiriye encams vê siyasetê û encama van destêverdan di karûbarêb welatên din de bûye sebeba vê yekê ki niha em dibînin ku ev heyama çend mehan e şereke pir giran û xwînavî li pey xwe aniye şerê Amerîk û Îsraîlê ji aliyekê û Komara Îslamî ji aliyek din ve û çend meh beriya niha yanî şerê 12 rojan bû di navber Îsraîl û Komara Îslamî de ku hejmarek zêde ji serkirdeyên Komara Îslamî hatin kuştin û fermandeyên Komara Îslamî hatin kuştin û zirarên aborî li Komara Îslamî ketin û ji ber vê ku neçar bikin da ku dev ji siyaseta çêkirina bombeya navikî berde lê mixabin dev jê berneda û siyaseta xwe berdewam kir tevî vê ku navendên navikî hatin bombebarankirin ev û madeya meyandî ku zêdey 40 kîlogereme ev her maye dema ku ev maye û şêwaza çêkirina bombeya naivkî her berdest maye bila hinek kesên pispor û alavên vê nemabin ev metirsiya her heye û her ev yek jî bo bi sebeba şerek ku niha digel we diaxvim ev şera berdewame û texmîn nayêkirin ku dê heta çi demekê berdewam be û dema ku wiha ye bandora vê li ser kurdistanê û rewşa xebata me jî heye.
2: Kek Hesen gelek kes behsa vê yekê dikin ku rewşek pir baş bo Kurdan hatiye pêş, gelo hûn vê rewşê wek derfet dibînin û emê Kurd dibe çawan pêngavan hilgirin?
Bersiv: Yaku behsa vê tê kirin ku li şûna vî şerî de derfetek hatiye pêş yan dibêjin beriya vê hatibû pêş û dubare bûye raste derfeteke bo Kurdan bitaybet bo Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji ber ku ev hereketa digihîje cihekê ku Komara Îslamî dê bê herifîne û Korama Îslamî bo me gelê Kurd û bo hemû azadîxwazên Îranê berbest û astengiyeke bo dabînbûna daxwaziyên me li Îranê de weke demokrasî û weke ev mijarên ku min li jorê de behs kirin afirandibûn dema ku wiha ye eva derfeteke bo vê ku ev rejîma berbeste bo dabînbûna mafên me dibe ji holê bê rakirin di rewşek wiha eger em bikarin digel Opozisyona demokrat a Îranê desthilateke demokratîk û xelkî bînin ser kar. Beşek ji daxwaziyên me abîn dibin egerek din heye ku ev şera negihîje wî cihî yan aliyên şer nexwazin bigihîje wir ku Komara Îslamî biherife demaku wiha Komara Îslamî ku dimîne ev Komara Îslamî ya beriya şer nine û wir şûnda lawaz dibe şiyana vê kêm dibe û her kêmbûna şiyana vê jî meydana xebata me berfirehtir dike û xebata me bibandortir dike ji bo vê ku xebeta me bo gihîştin bi armancên me nêzîktir dibe dema ku wiha ye erê derfetike û divê mifahê jê wergirin çi di îhtimala herifîna Komara Îslamî de bi awayekê û çi di mana Komara Îslamî de bi bê desthilatekî weke niha de yan bi şiyaneke kêm eger bimîne meydana xebatê bo me xweştir dike lê hevdem li mifah wergirtin li vê derfetê ku min bo we behs kir dibe hinek astengiyên din jî li pey xwe bîne êrîşên zêdtir bo ser xelkê me destbiserkirina xelkê me û toparankirin û moşekbarankirina baregehên me evana jî bê hebin di haleta duyem de ku min ji we ra got eger bimîne û meydana xebatê bo me berfiretir dibe lê dibe ku destê vê bi hemû lawaziyan bûna derbelêdan bi me girêdayî nebin û nîgeraniyên wiha jî hene.
3: Me dît ku hevpeymanya siyasî ya hêzên Îranê rû li Azerî û Turkan peyamek belavkirin ev peyame çi girîng heye?
Bersiv: Ez hez dikin vê yekê ji te re bêjim ku hêzên Rohilatê Kurdistanê demek dirêje ku xebatê dikin beşek ji wan li serdema Şa de xebat dikirin ji bo mafên neteweyî yên xwe, û hemû digel hev di serdema Komara Îslamî de jî xebat bo mafên neteweyî yên xwe kirine û lê di berdewamiya xebatê de ev rastiya bo wan derketiye ku her aliyek bi tenê xebat bike encema karên van pir kêm dibe bandorkirina wan li ser cih û rewta xebatê kêmtire û ya ku dibe bighîjnê di rewta xebatê de di encamê de gihîştine bi vê rastiyê ku ev xebate bi tenê û bi hêzekê û bi berpirsaiyetiya hêzekê cîbicî nabe û dibe yekgirtî bin taybetî li wan xalên ku hevparin li ser wan yên weke herfîna Komara Îslamî weke damokrasî bo Îranê weke wekheviya mafê jin li civakê de weke mafê mirov evane hemû xalên wisane ku em hemû li ser van hevparin eger hinek bîr û boçûnên wan partiyan digel yekyitir cudahî hebin lê li ser mijarên giştî mafên mirovî û demokrasî hevparin û li ser esasa wan xalên hevpar me yekgirtine bo yek armancî û ji bo vê ku armanca me qahîm û bihêz be bo vê ku yekdeng bin pêngavên me havêtina xebatê bihevre û evê ku mil bi milê hev armancên xwe ber bi pêşve bibin. Eva cihê keyxweşiyê ye ku piştî derbasbûna 8 mehan nîqaşkirin di navenda Diyalogê de gihîştin bi vê encamê ku beriya her tiştî ev 5 alî vê navendê pêk bînin û cihê keyxweşiyê ye û aliyê 6emîn jî tevlî bû û eva pêngavek gelek girîng bû ku me bihevre avêt.
Ji aliyek din ve em dixwazin bibêjin ku ev hevpeymaniya me tenê li dijî Komara Îslamiye tenê li pêxema bidestveanîna demokrasî û mafên neteweyî û daxwaziyên din yên xelkê Kurdistanê ne li dijî ti dewleteke din li dijî ti neteweyek din nîne û li pêxema bi kêmzanîn an dijmnayetî kirin digel ti aliyek din nîne ev hevpeymaniya ji ber vê ye a tenê li berjewendiyên Kurdan deye û li dijî ti aliyek din nîne.
4:Kek Hesen dawî pirsa min li ser vê ye ku pêkhateya desthilatê piştî dawî hatin bi Komara Îslamî dê çavan be da ku hemû netewe û kurd jî mafê biryardanê hebin û birastî bikarin rola xwe hebin?
yek ji ev haletên ku zilim tê de hatiye kirin li derheq neteweyên din û yek ji van haletên ku cûdahîdanîn dinavbera yek neteweye û neteweyên din û olên din de ev yeka bû ku desthilata navendî xwastiye xwe bitenê xwedî desthilat bibîne û xwe xwadiyê Îranê binîne û neteweyên din weke amûrek bibîne ku di destê vî dene û milkecê xwe bike ku fermanberê wî ne ya bêje vê bikin çavan bixwaze wisa digel wan reftar bike lê xebata neteweyên Îranê ji bo tişteke berewajiyê vê yekê ye xebeta neteweyên Îranê bo vê ye ku Îran bo hemû neteweyan e Îran milkê hemûyan hemû xwe dinav de bibînin hemû di nav vê Îranê de xwedî maf bin cûdahî tunebe înhisartelebî tunebe evane hemû ev taybetmendîne ku xebata gelê Îranê bo hewl didin ku hikûmeteke demokrasî û gelî di Îranê de li şûna vê desthilata niha heye bigirin dest û berewajiyê desthilata niha be bi bê cudahî û hemû di birêveberî û îdareya dewletan de divê pişkdar bin di rewşek wiha de tu nîgeraniyek bo parçebûna Îranê yan hinek kes dibêjin tecziyeteleb tiştek wisa nîne û di rewşek wiha de hemû xwe xwediyê wî welatî dizanin û li pêxema wî welatî ya destê wî bê qisûrî neke ji ber vê ye hêviya neteweyan eve ku desthilsta Îranê ku ev desthilatên xirab yên niha ku hene ev nemînin Îranê ya xwe bizane û hemû Îraniyan jî Îranî bizane
Gelek Spas kek Hesen Şerefî