Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heta niha 460 êrîşên mûşekî û dronî li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin

18:03 - 28 Adar 2026

​Ligel derbasbûna mehekê bi ser destpêka şerê navbera Amerîka û Îsraîlê dijî Îranê ji 9ê Reşemeyê ve, Herêma Kurdistanê bûye yek ji qadên sereke yên hevrikiyan û rûbirûyê êrîşên dijwar bûye.

​Li gorî raporan di heyamê vê mehê de 460 dron û mûşek ber bi her çar parêzgehên Herêmê ve hatine avêtin.

​Li gorî datayan, parêzgeha Hewlêrê bi arastekirina 358 dron û mûşekan herî zêde êrîş lê hatine kirin, li dû wê parêzgeha Silêmaniyê 93 êrîş, Duhok 7 û Helebçe 2 êrîşên dronî lê hatine kirin.

​Ev êrîş bûne sedema ziyanên mirovî, bi awayekî ku 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û 85 kesên din jî birîndar bûne.

​Qurbanî pêk hatine ji:

​6 pêşmergeyên Fermandariya Devera Yek li Soran.

​Karmendekî asayîşê li firokeya Hewlêrê.

​6 pêşmergeyên hizbên Rojhilatê Kurdistanê.

​Serbazekî Fransî.

​Herwiha di nav 85 birîndaran de, 13 welatiyên sivîl û zarok, herwiha pêşmerge û malbatên hizbên Rojhilatê Kurdistanê hene, ligel birîndarbûna pênc serbazên Fransî li Hewlêrê.

​Herçend di sê rojên derbasbûyî de asta êrîşan kêm bûye, lê ziyanên lojîstîk û mirovî nîşanderên wê metirsiya mezin in ya ku rûbirûyê Herêma Kurdistanê bûye.