Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Kurdistana Îranê:
Êrişkirina ser mala Serokê Herêma Kurdistanê, geşepêdana bêîstîkrariya ewlehiyê ye li Herêma Kurdistanê
Pêşnîvroya îro Şemî, 8ê Xakelêweyê (28ê Adarê), bi şeş dronan êriş hat kirin ser Dihok û Hewlêrê ku yek ji wan cihan mala birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê bû. Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Kurdistana Îranê, êrişkirina ser mala Serokê Herêma Kurdistanê li Dihokê bi tundî mehkûm dike û li ser wê baweriyê ye ku ev êriş gefeke ewlehiyê ya mezin e bo ser Herêma Kurdistanê û beşek e ji plana têkdanê ya rejîma Komara Îslamiya Îranê û dijminên din ên kurd li Iraqê, ji bo têkdana aramî û îstîkrara Herêma Kurdistanê.
Rejîma Îranê di meha borî de bi berdewamî Herêma Kurdistanê kiriye qada yekalîkirina nakokî û şerên xwe yên li gel Amerîka û Îsraîlê, ji ber van sînorbezkirin û destdirêjiyan, ziyanên canî û madî yên zêde gihîştine xelk û hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê. Ji ber wê yekê, pêwîst e hikûmeta federal û civaka navdewletî bi lez sînorekê ji bo van destdirêjiyên Tehranê daynin û rê nedin ku Komara Îslamî bêtirî vê gefan li ser îstîkrara Herêma Kurdistanê çêbike.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Kurdistana Îranê, tevî mehkûmkirina van êrişan, hevdem piştevaniya xwe ya temam ji bo parastina serweriya siyasî a Herêma Kurdistanê dubare dike.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Kurdistana Îranê
8ê Xakelêweya 1405 (28/03/2026)