Nîveşeva derbasbûyî, 9ê Xakelêweyê, kampên sivîl ên Hizba Demokrat li nêzîkî Koyeyê bi mûşek û dironan keftine ber êrîşê. Êrîşa nû ya Komara Îslamî ya Îranê bo ser cihên sivîl ên Hizba Demokrat di çend pêlên li pey hev de pêk hatiye.
Êrîşên vê vê carê yên Komara Îslamî ya Îranê bo ser kampên sivîl ên Hizba Demokrat, hevdem e ligel pêleke nû û berfireh a êrîşên mûşekî û Dironî yên Komara Îslamî bo ser Herêma Kurdistanê ku tê de bi dehan mûşek û dironan êrîşî Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Soran, Pîrmam, Behirke, Bestore, Korek, Mexmûr û çend navçeyên din hatiye kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di heyama nêzîkî mehekê de, Komara Îslamî ya Îranê bi nêzîkî 500 dron û moşekan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û cihên sivîl li Herêma Kurdistanê kiriye û bi wê sedemê heta niha 14 pêşmergeyên partî û aliyên siyasî şehîd bûne û bi dehan kes jî birîndar bûne.