Di demekê de ku Amerîka di şerê ligel Îranê de bi hezaran serbazên hêza deryayî (Marine) şandine Rojhilata Navîn, artêşa Amerîkayê ragihand ku grûpa yekem ji wan hêzan bi keştiyeke êrîşber a avî-yabî gihîştine navçeyê.
Li gorî raporeke rojnameya "Washington Post", Pêntagon mijûlî amadekariyan e ji bo operasyonên bejayî yên çend hefteyî di nav axa Îranê de; operasyonek ku renge êrîşên hêzên taybet û peyayên asayî li xwe bigire.
Hevdem ajansa nûçeyan a "Reuters" belav kiriye ku Pêntagon çend bijardeyên serbazî dinirxîne ku dibe ku şandina hêzên bejayî bo nav Îranê jî di nav de bin.
Marco Rubio, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, pêştir ragihandibû ku artêşa wî welatî dikare bêyî şandina hêzên bejayî bigihîje armancên xwe; lê belê got jî ku hejmarek hêz şandine navçeyê da ku, wek ew dibêje, Donald Trump, ser hemda xwe be bo darêştina stratejiya xwe.
Donald Trump gef xwariye ku eger Îran Tenga Hurmuzê neveke, wê wêstgehên berhemanîna Berqê û binesaziya enerjiyê ya wî welatî bike armanc. Digel vê yekê, ew dema ku ji bo vê hefteyê diyar kiribû dirêj kir û 10 rojên din da Îranê da ku bersivê bide.
Li aliyê din, Spaha Pasdaran gef xwariye ku eger binesazî an navendên aborî yên Îranê bibin armanc, dê bi tundî bersivê bidin.