Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mesûd Barzanî: Divê desthilatdarên Iraqê helwesteke zelal nîşan bidin

12:05 - 29 Adar 2026

Rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, derbarê êrîşên bi diron û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê peyameke belav kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku sînorekê ji van êrîşan re deyne.

​Birêz Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê tu carî nebûye aliyek şerên herêmî, lê belê hinek komên "li derveyî yasayê" bi berdewamî û bêyî ku kes rê li ber wan bigire, êrîşî herêmê, hêzên Pêşmerge û aramîya xelkê dikin.

​Barzanî eşkere kir ku ji destpêka wî şerî ve, zêdetirî 450 caran bi mûşek û dronan êrîşî Herêma Kurdistanê hatine kirin. Her wiha diyar kir ku 5 caran êrîşî baregehên wî bi xwe hatiye kirin û herî dawî duh li bajarê Dihokê bi dronê êrîşî mala Serokê Herêmê hatiye kirin.

​Barzanî bal kişand ser wê yekê ku ev êrîş "şerfiroştineke eşkere" û neheqiyeke mezin in. Wî destnîşan kir ku ev mijar bi şermezarkirin, telefon û komîteyan çareser nabe û wiha got: Divê desthilatdarên Iraqê xwe yekalî bikin; yan bila ragihînin ku nikarin rê li van komên li derveyî yasayê bigirin, yan jî divê bi awayekî cidî parastina dewletê bikin û rê nedin ku êrîşên neheq li ser Herêma Kurdistanê berdewam bikin."

​Di dawiya peyama xwe de, rêzdar Mesûd Barzanî dubare kir ku gelê Kurdistanê xwedî îradeyeke polayîn e û dê her tim berevaniyê ji doza xwe ya rewa bike, û tu gef û êrîş nikarin wê îradeyê bişkînin.