Li gorî raportên xocî û dîmenên vîdyoyî yên hatine belavkirin, di şeva Şemî 8 li ser Yekşemî 9ê Xakelêweyê de, pêleke berfireh a êrîşên hewayî yên Îsraîl û Amerîkayê, Têhran û çendîn bajarên din ên Îranê girtiye.
Êrîşan baregehên leşkerî, jêrxanên stratejîk û navendên ewlehiyê li Tehran, Kerec, Îsfehan, Tewrêz, Bender-Ebas û Bûşehrê kirine armanc.
Li Tehranê çendîn cihên hestiyar ji wan navendên Spaha Pasdaran li Şiyan û Evînê, û kogehen (embarên) sotemenî û keresteyên hewafizayê li Kûhek û Mesûdiyeyê hatine armancgirtin.
Hevdem li Îsfehanê Padegana 15ê Xurdadê û li Tewrêzê Padegana Bakirî û navçeya mûşekî ya Zulfeqarê teqîn tê de rû dane.
Li Bender-Ebasê, dengê bi hêz ê balafirên şerker li asman de hatiye bîstin û çendîn teqînên li pey hev nav bajêr û şarekê (komelgeha) "Peyamberê Ezim" hejandine.