Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Hizba Dêmokrat bi helkefta 79 saliya sêdarêdana Pêşewa Qazî Mihemed

13:17 - 30 Adar 2026

Xelkê mafxwaz ê Kurdistanê!

Malbatên serbilind ên şehîdan!

 

​79 sal bi ser sêdaredana Pêşewa Qazî Mihemed, yekem Serokkomarê Kurdistanê re derbas dibin. 10'ê Xakelêweya sala 1326'an a rojî, ew roj bû ku damezrînerê yekem desthilata modêrn û dêmokratîk a neteweya Kurd, bi biryara dadgeheke fermayîşî û zalimane ya desthilata gemar û dîktatoriya Pehlewî, canê wî yê pak hat standin. Piştî 8 dehkan ji wê bûyera tal, niha ku em li paşeroja neteweya Kurd bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê dinêrin, ji bo me diyar dibe ku desthilatên naxelkî, sitemkar û dagirker mehkûmî ji navçûn û nemanê ne. Ew dersa mafxwaziyê ya ku ji Komara Kurdistanê û damezrînerê wê ve ji bo me maye, her dem di bîra me de ye û her dem çira ronîker a rêya têkoşîna me bûye. Ji ber wê jî, ew dîrok ji bo me ne wekî şîn û bêhêvîtiyê bûye, belkî bûye hander û palderek ji bo domandina wê rê û rêbazê.

​Pêşewa Qazî Mihemed, ew kesayetiya helkeftî yê neteweya Kurd ku bi gotina şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlû "Gulek bû û li sehrayê şîn bibû", tevahiya jiyana xwe ya kurt lê pir berhem a siyasî, terxanî komkirina hêz, yekrêzî û serweriya neteweya xwe kir. Di wesiyeta xwe de jî ji bo nifşên pêşerojê – ku em û piştî me ne – çareseriya tebayî û yekrêziyê ji bo me bi cih hêlaye. Niha piştî çend dehsaliyan ji şehîdbûna serkirdeyê şehîd yê neteweya Kurd, em wek kurên Pêşewa Qazî Mihemed li Rojhilatê Kurdistanê, me hemû hewla xwe daye ku wê yekrêziyê pêk bînin û dersên Pêşewa ji bîr nekin.

​Di rewşa hestiyar û dîrokî ya niha de, yekrêzî û hev-xebatiya hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, yek ji mezintirîn destkeftên siyasî û dîrokî ye û cihê dilxweşiya bi milyonan Kurd e li her çar parçeyên Kurdistanê. Di heman demê de jî, kelemê nav çavê desthilatên dîktator û paşmayên desthilatên dîktator e û bûye astengeke mezin li pêşiya milhiriya wan. Li ser me ferz e ne tenê vê hevpeymanî û yekrêziyê biparêzin, belkî divê em hemû hewla xwe bidin ji bo berfirehtirkirin û bihêztirkirina hevpeymaniya xwe û mizgîniya pêşwext a serkeftinê bidin neteweya xwe.

​Pêşewa Qazî Mihemed em fêr kirn ku em yekrêz û yekgirtî bin, di heman demê de fêrî me kir ku di pêxema bidestxistina mafên xwe de ji tu egeran netirsin û xwe bo amade bikin. Ji ber wê, di welatê me de bi hezaran pêşmergeyên canfeda, bi hezaran çalakvanên medenî, bi hezaran xelkê xwîngerm û serhildêr, canê xwe ji bo bidestxistina armancên me yên netewî feda kirine. Beriya çend mehan bû ku xortên nîştiman li parêzgehên Îlam û Kirmaşan û digel tev bajarên Îranê jî, ji bo rûbirûbûna desthilata dîktator a Komara Îslamî, serî hildan û şeqam bi hawara rizgariyê tije kirin, lê mixabin bi hovtirîn şêwe hatin tepeserkirin. Ev yek wê rastiyê ji bo me îsbat dike ku neteweya me ji dayîna nirxê natirse.

Heke serkut û sêdarê bersiv bida, me kurdan piştî şehîdbûna Pêşewayê xwe, êdî rêya azadî û rizgariyê nedigirt ber xwe.

​Em îro di demekê de û di 10'ê Xakelêweyê de yada rêberên xwe yên şehîd bilind radigirin ku neteweya me li Rojhilatê Kurdistanê ji her demê zêdetir nêzîkî serkeftin û rizgariyê bûye. Em bi hemû şehîdên rêya rizgari û serfiraziya neteweya Kurd re peymana xwe nû dikin û sozê didin wan ku em ê li ser xwestek û armancên wan mukum bin. Em daxwazê ji hemû xelkê Kurdistanê dikin ku yada vê roja mezin bi rûmet birêve bibin û Kurdistan, dîroka wê û daxwaz û mafên wê bi zindî bihêlin.

 

​Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Civakî

9'ê Xakelêweya 1405'an a Rojî