Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya êrîşên dijwar li ser çendîn bajarên Îranê

16:45 - 30 Adar 2026

Bi derbasbûna 30 rojan bi ser şerê navbera Amerîka û Îsraîlê digel rêjîma Îranê re, raporên ji Îranê nîşan didin ku şeva yekşemî li ser duşemê (10ê Xakelêweyê), bajarên Têhran, Kerec, Şîraz, Îsfehan, Tewrêz û Erdebîl, rûbirûyê êrîşên esmanî û teqînên bi hêz bûne.

​Rêveberê Qeyranan ê Parêzgeha Tewrêzê piştrast kir ku yek ji yekeyên petrokîmyayê yên wê parêzgehê ji aliyê balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê ve hatiye hedefgirtin, lê ragihand ku rewş di bin kontrolê de ye.

​Li Têhranê, teqînên bi hêz herêmên bakur, rojava û derdora Balafirgeha Mehrabadê hejandin; sîstema parastina asmanî bi dijwarî çalak bû û Wezareta Enerjiyê qutbûna berqê li çendîn navçeyên Têhran û Kerecê piştrast kir.

​Li parêzgehên din jî, êrîş hatine kirin ser birca ragihandinê li Noşehrê, bendera Benderpol li Hurmuzganê û navendeke lêkolînê li Zanîngeha Pîşesazî ya Îsfehanê.

​Artêşa Îsraîlê serê sipêdeha duşemê ragihand ku wan zêdetirî 140 êrîşên asmanî birine ser navend û binkeyên leşkerî, embar û sekoyên avêtina mûşekên balîstîk.