Medyayên erebî belav kirin ku "Hesen Hesenzade", yek ji fermandên payebilind yê Spaha Pasdaran a terorîst, roja yekşemê 9ê Xakelêweyê di encama êrîşeke esmanî de li Têhranê hatiye kuştin.
Ev nûçeya ku dengvedaneke berfireh di medyayên herêmê de hebû, piştre ji aliyê tora nûçeyan a "N12" ve hat piştrastkirin. Hesenzade fermandehiya "Spaha Mihemed Resûlulah" ê Têhrana Mezin li ser milê wî bû; ew yekîneya ku berpirs e ji parastina ewlehiya Tehranê û birêvebirina hêzên Besîc li Tehranê.
Kuştina vê berpirsê payebilind ê leşkerî di dilê Têhranê de, careke din nifûz û kûrbûna operasyonî ya Îsraîl û Amerîkayê di nav hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê de nîşan dide.
Berpirsên fermî yên Tehranê heta niha bertekeke yekalîker nîşan nedane, lê şirovekar li ser wê baweriyê ne ku armanckirina fermandê spaha Têhranê, derbeke stratejîk e li pêkhateya berevaniyê ya rejîmê.
Tête gotin ku ev pastarê terrorist li tepeserî û kuştara xwenîşanderan de biryarder û destekî bilind hebûye li cinayetan de.