Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Kurdistana Îranê Bi helkefta 10ê Xakelêweyê, Roja Şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed

16:55 - 30 Adar 2026

Civatên xelkê têkoşer ê Kurdistanê!

Xebatkarên rêka azadî û rizgariyê!

 

​10ê Xakelêweya îsal, 79 sal bi ser sêdaredana Pêşewa Qazî Mihemed, Serkomarê Kurdistanê re derbas bûn. 79 sal berî niha, di sipêdeha roja 10ê Xakelêweya sala 1326an a rojî de, Pêşewa Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sedrî Qazî ji aliyê hikûmeta Mihemed Riza Şahê Pehlewî ve di Meydana Çarçira ya bajarê Mihabadê de hatin sêdaredan. Di rojên berî û piştî 10ê Xakelêweya 1326an de jî, hejmareke zêde ji rêber û karbidestên Komara Kurdistanê hatibûn îdamkirin. Bi vî awayî, şehîdên Komarê bûn serqafilê karwanekê ku heta îro jî di pêxema bidestxistina armancên neteweya kurd de berdewam e.

​Pêşewa Qazî Mihemed kesayetekî olî, ronakbîr û neteweyî yê kurd bû ji malbateke rêzdar a devera Mukriyanê. Zanayî û jêhatiya Qazî Mihemed bû sedem ku piştî endambûna di "Komelay J.K" de, zû bibe serokê vê rêxistina siyasî û paşê bi damezirandina Hizba Dêmokrat a Kurdistanê (HDK), rê ji bo ragihandina Komara Kurdistanê xweş bike. Bêguman damezirandina Komara Kurdistanê di wê serdemê de biryareke wêrekane û ramaneke bihêz a neteweyî û nîştimanî dixwest; Pêşewa û hevalên xwe xwediyê vê vînê bûn û bi fîdakariyê xewna neteweyeke bindest û mafxwarî pêk anîn.

​Pêşewa Qazî Mihemed di serdemekê de ku dîktatoriya Pehlewî siya xwe ya reş bi ser Îranê de kêşabû û hemû netewe ji mafên neteweyî, siyasî û medenî bêpar kiribûn, xebata siyasî ya ji bo rizgariya kurd di forma modêrn a partiyayetiyê de bi rê xist. Bi damezirandina Komara Kurdistanê, mînakeke serdemiyane û pêşketî ya hikimraniya kurdî nîşan da. Birêvebirina Komara Kurdistanê bi lîyaqeteke mezin, beşdariya têkoşerên kurd ji bo piştgiriya Komarê, afirandina tebahiyeke mezin di nav civaka kurdewarî de, bidestxistina destkeftên dîrokî di warên pêşmêrgayetî, ewlehî, çandî, civakî û perwerdeyê de û damezirandina rêxistinên sînfî ku heta wê demê di dîroka kurd û herêmê de mînaka wan nehatibû dîtin, hemû nîşana jêhatîbûn û mezinahiya kesayetiya Pêşewayê me ne.

​Dadgehîkirina Qazî Mihemed di dadgehên neheq ên rêjîma paşayetiya Pehlewî de, rehendeke din a kesayetiya Pêşewa îsbat kir. Pêşewa ku bi biryareke wêrekane û bi bikaranîna derfeteke dîrokî karîbû Komara Kurdistanê damezirîne, bi heman awayî bi wêrekî di zîndan û dadgehên hikûmeta Pehlewî de berevanî di mafên rewa yên neteweya xwe kir û bi serbilindî canê xwe fîdayê kurd û nîştiman kir. 79 sal piştî şehîdbûna Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, berdewamiya rêvîngên mekteba Pêşewa di xebata ji bo rizgariya Rojhilatê Kurdistanê de, ramana Pêşewa di nav xelkê Kurdistanê de bi zindî hiştiye. Lewma bi salan e Pêşewa Qazî Mihemed bûye sembola herî mezin a xebata rizgariya neteweyî û armancên wî bûne xala hevpar a hemû hêz, rêxistin û qatê cuda yên civakê.

​Salvegera şehîdkirina Pêşewa di demekê de ye ku rejîma Komara Îslamî bi berdewamkirina heman siyaseta serkutker a rejîma Pehlewî, ne tenê neteweya kurd ji mafên herî destpêkî bêpar kiriye, belku bi siyasetên xwe yên şerxwazane, qedera Îran û hemû pêkhateyan ber bi herifînê ve biriye. Bêguman heta ku ev rejîm hebe, ne neteweyên Îranê digihîjin mafên xwe û ne jî aramî û ewlehî li Îran û herêmê pêk tê.

​Di 79emîn salvegera şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed de, Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Kurdistana Îranê tekeziyê li ser rêbaza Pêşewa û hemû serkirde û têkoşerên şoreşa nû ya Rojhilatê Kurdistanê dike. Em radigihînin ku xebata me ji bo bidestxistina mafê diyarkirina çarenûsa neteweya me berdewam dibe. Em pişrast in ku Komara Îslamî nikare bi afirandina qeyranên navxweyî û derveyî û çêkirina şer û aloziyên ligel Amerîka û Îsraîlê, dengê azadîxwaziya xelkê Kurdistanê bifetisîne. Lewma xebata me heta sernixûniya vê rejîmê berdewam dibe.

Em her weha tekez dikin ku yekrêziya hêzên siyasî, tenê bersiva bihêz e ji bo pûçkirina planên rejîmê û parastina Kurdistanê ji her alozî û qeyranekê.

​Silav li canê paqij ê Pêşewa Qazî Mihemed û hemû şehîdên Kurdistanê!

​Bilind be ala Kurdistanê û serkeve xebata rewa ya gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê!

 

​Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Kurdistana Îranê

9ê Xakelêweya 1405a Rojî