Serokê Amerîkayê di peyama xwe ya herî nû de ragihand ku Amerîka bi "rejîmeke nû û aqiltir" a Îranê re di "danustandineke cidî" de ye ji bo sekinandina şer. Trump gefa wêrankirina temamî ya wêstgehên berqê, bîrên neftê, girava Xark û heta wêstgehên şîrinkirina avê jî dike, heke rêkeftin neyê kirin û Tengava Hurmuz neyê vekirin.
Gotinên Trump di demekê de ne ku, beriya wan gotinên Trump, Îsmaîl Beqayî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand; bi rêya Pakistanê ve, peyama Amerîkayê gihîştiye wan ku tê de daxwaza danustandinê dike, lê Tehran wan daxwazan bi "zêdeaxafî" bi nav dike û dibêje jî: "Tu danustandineke me bi Amerîkayê re nîne."
Serokê Amerîkayê di beşeke din a peyama xwe de gefan dike û dibêje: "Lê heke bi her sedemekê zû rêkeftin neyê kirin û heke Tengava Hurmuz demûdest bi rûyê bazirganiyê de neyê vekirin, wê demê em ê 'man'a xwe ya xweş li Îranê bi dawî bikin bi teqandin û wêrankirina temamî ya hemû wêstgehên berhemanîna berqê, bîrên neftê û girava Xark û hemû wêstgehên şîrinkirina avê jî, ku bi mebest me hêj destê xwe lê nedaye."