Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Hizba Dêmokrat li derheq Sêdaredana 2 Girtiyên Siyasî

10:42 - 31 Adar 2026

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de, tevî mehkûmkirina sêdaredana 2 girtiyên siyasî ji aliyê rejîma Îranê ve, hişyarî da ku Komara Îslamî rewşa aloz a herêmê û qutkirina înternetê ji bo tundkirina serkutkirinê û bêdengkirina azadîxwazan bikar tîne.

​Roja duşemê, 10'ê Xakelêweya 1405'an a Koçî (31'ê Adara 2026), Komîteya Peywendiyên Îranî û Kurdistaniyan a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derveyî welat, daxuyaniyek derbarê sêdaredana 2 girtiyên siyasî yên bi navên "Mihemed Teqewî" û "Ekber Danişwerkar" ku endamên Rêxistina Mucahidîn Xelq in, belav kir.

​Hizba Dêmokrat tevî sersaxî ji bo malbatên qurbaniyan û Rêxistina Mucahidîn Xelqê Îranê, ev kiryar wekî belgeyeke din a dirindetiya rejîmê û binpêkirina eşkere ya mafên mirovan û peymanên navneteweyî bi nav kir.

​Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku rejîma Îranê di demekê de ku herêm ber bi şer û wêrankariyê ve biriye, di hundir de jî bi qutkirina înternetê û sînordarkirina peywendiyan, hewl dide di bin siya van aloziyan de dengê nerazîbûnan bifetisîne û bêrehmane neyarên siyasî ji nav bibe.

​Hizba Dêmokrat daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û rêxistinên mafên mirovî kiriye ku tenê bi şermezarkirinê nemînin, lê belê gavên pratîkî û guşarên cidî bixin ser Komara Îslamî ji bo rawestandina pêla sêdaredanan.

​Hizba Dêmokrat di dawiyê de tekez kiriye ku bêdengiya civaka cîhanî li hember van tawanan, dibe sedema tundtirbûna serkutkirinan, Lewma piştgirîkirina tevgera azadîxwaziya xelkê Îranê û parastina jiyana girtiyên siyasî wekî pêdiviyeke micid dibîne.