Hevdem digel zêdebûna fikarên li ser pêla sêdaredanan li Îranê, dezgeha bi navê dadweriya Komara Îslamî ya Îranê nûçeya cîbicîkirina hukmê sêdaredana 2 girtiyên siyasî yên din ragihand.
Li gorî mediayên rejîmê, hukmê sêdaredana "Babek Elîpûr" û "Pûya Qubadî" sibêdeha roja 11ê Xakelêweyê, piştî pejirandina ji aliyê Dîwana Bilind a rejîmê ve, hat bicîhanîn.
Di wê raporê de hatiye gotin ku ev her du kes bi tohmeta endamtiya di rêxistina "Mucahîdên Xelq" û beşdarîkirin di "çendîn kiryarên bi dijî rêjîmê" de sizayê sêdaredanê bi ser wan de hatibû sepandin.
Ev di demekê de ye ku dezgeha dadweriya rejîmê rojek berê jî nûçeya sêdarêdana 2 girtiyên din bi navên "Mihemed Teqewî Sengdehî" û "Ekber Danişwerkar" bi heman tohmetê ragihandibû.
Di vê pêywendiyê de, Hizba Dêmokrat (PDKÎ) bi weşandina daxuyaniyekê, tevî şermezarkirina sêdarêdana van girtiyên siyasî, ragihand: "Komara Îslamî di bin sîbera van aloziyan de dengê nerazîbûnan difetisîne û bi bêrehmî dijberên siyasî ji nav dibe."