Şeva duşemê û sipêdeha sêşemê, 10 û 11ê Xakelêweyê, pêleke nû ji êrîşên esmanî yên Amerîka û Îsraîlê dijî pêgehên rêjîma Komara Îslamî li bajarên cuda cuda ên Îranê dest pê kir û çendîn bajar kirine armanc.
Li gorî raporan, navçeyên cuda yên Têhranê bi taybetî rojavayê wî bajarî, di nav de "Ekbatan" û dewdora firokxaneya "Mehrabad" û navçeyên "Hekîmiye", "Meydana Heftê Tîr" û "Şehrekê Xerbi" jî hatine armancgirtin.
Her wiha li Kerec û dewdora wê, di nav de "Ferdîs" û "Kemalşehr" jî, rapor behsa êrîşên esmanî û armancgirtina pêgehên rêjîma Komara Îslamî dikin.
Li navçeyên din ên Îranê, bajarên Îsefan, Necefabad, Kaşan, Şehriza, Şîraz, Zencan û Benderlenge, bûn armanca êrîşên esmanî, her wiha berpirsên rejîmê li Hormozganê nûçeya agirpêketina çar keştiyên barhilgir ragihandine.
Li gorî raporên belavbûyî li Kurdistanê jî, navenda Besîc li Dêwlanê û wêstgeheke polîsan li Sineyê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine bombebarankirin.
Hevdem artêşa Îsraîlê ragihand ku di dema 24 saetên borî de nêzîkî 170 armanc lêdane, di nav de binesaziyên leşkerî û cihê berhemanîna çekan.