Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya êrîşên rêjîma Komara Îslamî bo ser welatên Kendavê

13:49 - 31 Adar 2026

​Şeva derbasbûyî çend welatên deverê û Kendavê ketine ber êrîşên mûşekî û dronî yên Komara Îslamî ya Îranê û Wezareta Bergiriyê ya Erebistanê jî ragihand ku êrîş hatine têkşikandin.

​Wezareta Bergiriyê ya Erebistana Siûdî belav kir ku şeva derbasbûyî çendîn caran ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi mûşekên balîstîk êrîş hatiye ser axa wê. Sîstema bergiriyê ya esmanî ya wî welatî şiyaye hemû mûşekan berî gihîştina wan bi armancan, di esman de têk bişkîne.

​Hevdem welatê Kuweytê jî ragihandiye ku bi rêjîma Îranê bi mûşek û dronan êrîş kiriye ser axa wê. Ji aliyekî din ve, li Dubayê hate ragihandin ku nefthelgerekî (tankerekî) Kuweytî hatiye armancgirtin û bi wê egerê agir ber bûye wê gemiyê.

​Berpirsên Îmaratê di vê derheqê de ragihandine ku karmendên nefthelgerê parastî ne û di rewşeke cîgir de ne. Herwiha amaje bi wê yekê hatiye kirin ku li welatê Behreynê jî dengê zengên agahdarkirinê hatiye bihîstin.

Her ji şeva derbasbûyî ve, rêjîma Îranê û milîsên xwe bi çendîn mûşek û dironan Herêma Kurdistanê kirine armanca êrîşên xwe.

​Ev êrîş di dema weha de ne ku alozî di deverê de ji ber destdirêjiyên Komara Îslamî ya Îranê gihîştine asteke metirsîdar.