Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan di raporta xwe ya nû de nivîsand ku Spaha Pasdaran li Îranê, kampanyayek ji bo birêxistinkirina zarokan, heta ji temenê 12 saliyê ve, bi navê "Parêzvanên Welat" daye destpêkirin. Li gorî daxuyaniya vê saziyê, ev kiryar wekî binpêkirineke giran a mafên zarokan tê hesibandin û di hin rewşan de dikare weke cinayeta şer bê hesibandin.
Li gorî vê raportê, berpirsekî Spaha Pasdaran li Têhranê de ragihandiye ku di çarçoveya vê planê de, temenê herî kêm ji bo navnivîsînê 12 sal hatiye diyarkirin.
Ev kampanya di demekê de tê meşandin ku Îran di hefteyên dawî de rastî êrîşên berfireh ên Amerîka û Îsraîlê hatiye. Çavdêriya Mafên Mirovan dibêje ku amadebûna zarokan di navendên leşkerî de dikare wan bixe ber metirsiya giran a mirin û birîndarbûnê.
Çavdêriya Mafên Mirovan hiştarî daye ku bikaranîna zarokan di çalakiyên girêdayî hêzên leşkerî de, heta di rolên neşerker de jî, wan rastî tundûtîjiyê dike.
Vê rêxistinê ji rayedarên Îranê xwestiye ku vê kempêynê rawestînin û navnivîsiya kesên bin 18 saliyê di nava organên leşkerî û nîv-leşkerî de qedexe bikin.