Perlemana Ewropayê di niha de mijûlî nirxandina bernameyekê ye ku hin kesayetiyên opozîsyona Îranê gazî bike da ku di nava nûnerên vê parlemanê de axvînên xwe pêşkêş bikin؛ Ev pêngav dikare nîşaneya zêdebûn a balkêşanin û girîngîdana vê saziya Ewropayî bi pêşhat û guherînên siyasî yên Îranê be.
Li gorî lîsteyek demkî ku gehiştiye destê “Euronews”ê, navên heft kesayetiyan di vê lîsteyê de hatine pêşniyar kirin, di nav wan de “Reza Pehlewî”, “Şîrîn Ebadî”, û herwisa serokên partî û tevgerên opozîsyonên dijberî Komara Îslamî, wekî Cibheya Heftê Aban, Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, û Partiya Tude a Îranê hene.
Hebûna navê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di vê lîsteyê de derxerê giringiya rol û pêgeha partiyên Kurdî di hevkêşeyên opozîsyona Îranê deye.
Herwisa di vê kombûnê de kursiyek sembolîk û vala jî dê hebe da ku nûnertiya rêberên ku nikarin beşdarî civînê bibin û biriyare ku heta roja Çarşemî lîsteya kesên ku dê bên gazîkirin dê belav bibe.