Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îmaratê rêjeya herî zêde ya mûşek û dironên avêtiyên rejîma Îranê jinavbirine

22:22 - 5 Adar 2026

Wezareta Berevaniya Îmaratê li daxûyaniya roja Sêşemî 12ê Reşemê ragihand li çaremîn roja şer de, ji 11 mûşekên balîstîk û 123 dironên havêtî li Îranê ve, tenê yek mûşek keftiye xiwar û zirarek wiha nebûye.

Li gorî vê daxûyaniyê, li despêka êrîşên rejîma Îranê ve, 186 mûşekên balîstîkî ber bi wî welatî hatine avêtin û sîstema berevaniya esmanî ya wî welatî 172 mûşek li esman de teqandine.

Herwisa wezareta Berevaniya Îmaratê îşare bi vê yekê kir ku 8 mûşekên kirûz hatine bikar anîn û bê ziyan bûne.

Wezareta Îmaratê tevî şermezarkirina wan êrîşan, ew hewlên rejîmê wekî binpêkirina serweriya netewî û yasaya navnetewî dizane û tekeziyê li ser vê yekê dike ku ev welata parastina xelkê xwe ji her êrîş û metirsiyekê bi mafê xwe yê rewa dizane.