Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê rû bi serbaz û personelên binkeyên ewlehî û serbaziyên rêjîmê, peyamek belav kir.
Deqa peyamê wihaye:
Êrîşên Amerîka û Îsraîl bo ser binkeyên ewlehî û serbaziyên rêjîma komara îslamiya Îranê, gelek caran dibe gef bi ser jiyana xelkê medenî û asayî.
Ez daxwazê ji hemû serbaz û personelên xwdî helwîst û azadîxwaz li seranserê Îranê û bi taybet li Kurdistanê dikim ku padigan û binkeyên ewlehî yên spaha pasdaran, artêş û hêzên çekdarên rêjîmê bi cih bihêlin û dest ji xizmet û erkê pêspartî yên rêjîmê berdin û vegerine nav malbatên xwe.
Ev yeka jî li pêxema parastîbûna wan ji wan êrîşane ye û piştre, piştkirina wan li hêzên çekdar û tepeserkerên rêjîmê ye.
Mistefa Hicrî
Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
4ê Şibata 2026