Hevpeymaniya Hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê li derheq biryara Deftera Siyasî ya Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê bo tevlîbûn bi vê hevpeymaniyê daxuyaniyek belav kir
Deq peyamê wiha ye:
Civaka xebatkar û têkoşerên Kurdistanê!
Deftera Siyasî ya Komeleya Şoreşgêra Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê, biryar da ku ji îrovê ve beşdarê Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê bibe. Hevpeymaniya Hizbên Siyasî yên Kurdistana Îranê bi germî pêşewazî li vê biryara Deftera Siyasî ya Komeleya Şorşgêra Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê dike û li ser vê baweriyê ye ku ev pêngaw girîng e, ev jî li vê qonaxa hestiyar de vekheviya zêdetir û tebayiyek qahîmtir a Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê li pey xwe tîne.
Em alxahîn in ku her çawa Komeleya Şoreşgêra Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li dariştina beş û xalên platforma erêkirî ya Hevpeymaniyê de rolek girîn hebûye, li berdewamiya xebata meydanî û bidestveanîna armancên vê hevpeymaniyê de jî rola xwe ya bi bandor hebe. Hêz li yekgirtin û vekheviyê de ye, bêguman ev yekgirtin û hevpeymaniya, me bi armancên me nêzîktir dike.
Serbikeve tevgera rizgarîxwaziya gelê me
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê
3ê Şibata 2026