Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 20 parêzgehên Îranê de êrîşên esmanî hatine kirin

10:36 - 1 Adar 2026

Li berdewamiya êrişên esmanî yên Amerîka û Îsraîlê bo ser Îranê, berdevkê heyva sor a rejîmê ragihandiye ku ev êrîş zêdetir j 20 parêzgehên Îranê lixwegirtine.

Herwisa heyva sor a rêjîmê îdia kiriye ku hevdem, operasyonên hevarçonê li deverên bombebarankirî berdewam e û rapor basa wêranbûna jêrxanan û zirarên canî dikin.

Heyva sor daxwazê ji welatiyan dike ku bo parastina canê xwe, li kombûn li wan cihên ku êrîş li ser hatine kirinê xwe biparêzin.

Ev guherîn di demekê de rû didin ku asta aloziyên serbazî li deverê de bi awayekî bê mînak zêde bûne.