Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jêr deryayiyek Amerîkayî gemiyek Îranî li deryaya Hindê de noqim kir

22:38 - 5 Adar 2026

Pêka rapora “BBC”yê, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê “Pete Hegsett” ragihand ku jêr deryayiyek Amerîkayî, gemiyek şer a Îranê li deryaya Hindê de bi lêxistina mûşkek jêravî, noqim kiriye.

Navbirî navê gemiyê belav nekir û Pentagonê jî vîdyoya dema erîşkrina ser vê gemiya Îranî, belav kiriye.

Ev nûçe piştî wê yekê hate belav kirin ku welatê Sirîlankayê ragihandin hêzên deryayî yên wî welatî bersiva daxwaza alîkariyê ya gemiyek Îranî ya bi navê ”Ayrîs Dena” dane, ku nêzîkî 40 kîlometriya li qeraxavên başûrê Sirîlankayê, noqim bûye.

Berpirsên Berevaniya Sirîlankayê ragihandine ku tîma rizgarkirinê ya wî welatî heta niha 80 term ji nava wê gemiyê de derxistine û 32 kes jî rizgarkirine.

Ebas Eraqçî, wezîrê derve yê rejîma Îranê di vê derheqê de got ku Amerîkayê li deryayê de û bi qasî 2 hezar mayl dûr ji qeraxavên Îranê, tawanek encam daye.